• Şakir

    Ax salên borî Ax we çi li min kir salên borî Ez bûme bend, hûn bûne morî Ez bûme evd, hûn bûne horî Ez bûme çîrok,hûn bûne perî Pişt re me şûn li hev guherî Hûn bûne cerd,ez bûme gorî Hûn bûne erd ez bûme mirî Hûn bûne çem, ez bûme zûrî Hûn bûne yar,ez bûme diyarî We ez mîna fîncaneke ferfûrî Destên nezana de kirim kerî kerî We ez pêşkêş kirim hezar carî Roj êdî çûye ava,dem bûye tarî Dost bûne çira Dijmin dibêjin na heyran tu korî... Koçer

التعليقات