
ZEMBÎLFIROŞ Xatûn: Zembîlfiroş lawikê derwêşe, Keremke, tu were pêşe, Heqê zembîlên xwe bibêje, Lawiko, wez evîndarim! Zembîlfiroş lawikê derwêşe, Keremke, tu were pêşe, Heqê zembîlên xwe bibêje, Lawiko, wez evîndarim! Zembîlfiroş: Lê-lê-lê, lê-lê Xatûnê, Çavên te mîna zeytûnê, Lê-lê-lê, lê-lê Xatûnê, Çavên te mîna zeytûnê, Ditirsim ji agirê eytûnê, Xatûnê wez tobedarim, Tobedarê Xaliqê Cebarim, Ser toba xwe wez nikarim! Xatûn: Zembîlfiroş lawikê feqîre, Keremke ser doşeka Mîre, Bidim te guliyên herîre, Lawiko, wez evîndarim! Zembîlfiroş lawikê feqîre, Were ser doşeka Mîre, Bidim te guliyên herîre, Lawiko, wez evîndarim! Zembîlfiroş: Tu Xatûna pirr cîwanî, Tu li ser text û li ser seranî, Tu Xatûna pirr cîwanî, Tu li ser text û li ser seranî, Ji min ra nabî kevanî, Xudan zarok û eyalim, Zarok birçî, tazî li malin, Xatûnê wez tobedarim! Xatûn: Zembîlfiroş lawikê nenasî, Tana derpê û kirasî, Tu ji destêm nabî xilasî, Lawiko, wez evîndarim! Zembîlfiroş lawikê nenasî, Tana derpê û kirasî, Tu ji destêm nabî xilasî, Lawiko, wez evîndarim! Zembîlfiroş: Xatûna gerden bi morî, Nava bi kotek û zorî, Xatûna gerden bi morî, Nava bi kotek û zorî, Tirsa min ji Rebê jorî, Xatûnê wez tobedarim, Tobedarê Zerdeştê Kalim, Ser toba xwe wez nikarim! Ji destana Melayê Batê (1417–1491) ya bi navê «Zembîlfiroş».
Comments