• Şakir

    ŞÊX EHMEDÊ XANÎ

    Ger dê hebûya me padîşahek

    La'iq bidiya Xwedê kulahek

    Te'yîn bibûya ji bo wî textek

    Zahir vedibû ji bo me bextek

    Hasil bibûya ji bo wî tacek

    Elbette dibû me jî rewacek

    Ger dê hebûya me îttîfaqek

    Vêkra bikira me înqiyadek

    Rom û Ereb û Ecem temamî

    Hem’yan ji me re dikir xulamî

    Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet

    Tehsîl-i dikir me 'ilm û hîkmet

    * * *

    Ez mame di hikmeta Xwedê da

    Kurmanc di dewleta dinê da!

    A ya bi çi wechî mane mehrûm

    Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

    * * *

    Kurmanc ne pir di bê kemal in

    Emma yetîm û bê mecal in,

    Fîl cumle ne cahil û nezan in

    Belkî sefîl û bê xudan in.

    * * *

    Ger dê hebûya me jî xudanek

    Âlî-keremek, letîfedanek,

    'İlm û huner û kemal û iz'an

    Şi'r û xezel û kîtab û dîwan

    Ev cins bibûya li ba wî me'mûl

    Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl,

    Min dê 'elema kelamê mewzûn

    'Alî bikira li banê gerdûn

    Bi navê ruhê Melayê Cizîrî

    Pê hej bikira 'Elî Herîrî

    Keyfek we bida Feqihê Teyran

    Hetta bi ebed bimayî heyran…

    Feylezof Şêx Ehmedê XANÎ

    Jêderka Helbestê: Awê Balî

Kommentare