
DESTANA HZ. ÛSIV Û ZELÎXA YÊ (s.X.l)
Bi zanin qedrê Qur'anê
'Emel bikin bi Furqanê
Di xwazim herim Ken'anê
Ez xerîb im, di vê rê da
Birayan ...Avêtin... Bîrê
Karwan derand bi zincîrê
Da cîhanê şewqa nûrê
Xwedê parast di çalê da
Ez Ûsiv im di bîrê da
Birîna dilê-m di xwê da
Dilê min pêta êgir e
Agirê di bin ..Sêlê da
Lewma dimrim ji hîcranê
Wez rêwî me li Ken'anê
Di gerim li gulistanê
Qet neçûme di vê rê da..!
Evîndar cergan dipêjin
Mubtela sermest û gêjin
Hêstirê xwînê dirêjin
Nazvirin ji ..Nîvî rê da!
Diçin di ..Riya.. Evînê
Hêsrê çavê wan ji xwînê
Cîger pijyan ji girînê
'Emir borî d'nîvî rê da
Yuzersîv li vê dinyayê
Bû evîna Zuleyxa yê
Ji bo xwe bigîne Ûsiv
Canfîdaye di vê rê da
Evîn bû …Pêta… Hêtûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Êdî bes e! Ey xatûnê
Tawîz nadim di vê rê da
Wê li ...Yusuf... Îftira kir !
Dergûşê sir aşkera kir
Xwedê bi zar û ziman kir
Şahid pirr in, di Misrê da
Yusuf ..Avêtin.. zîndanê
Tu ..Qasid î... li cîhanê
Zalim lê nayên îmanê
Dilê min ...Tîrekî.. Lê da
Demek dûr jê negirt hayê
Pijya cergên Zuleyxa yê
Ji derdan ketibû ta yê
Dilê ...Min... Pêtekî tê da
Dilê min ..Derya.. Evînê
Bîbik sorbûne ji xwînê
Demekî jê nagrim bînê!
Dilê min hêtûnek tê da
Dilê min bû …Behra wanê
Wez dihelim dan bi danê
Tu yî …Serwerê… Cîhanê
Wek te nebûn di Misrê da
Ji …Nûra... Xet û xala te
Dimrim bo bejn û bala te
Evîndarê, Cemala te
Wez hêsîr im di qesrê da
Evîn bû ...Pêta... atomê
'Jinên Misrê kirin lomê'
Dil şewitîn wekî gomê
Efû xwestin ji Xwedê da
Zelîxa pirr histûxwar bû
Wekî Zînê! Ew dildar bû
Her roj her gavê hejar bû
Dilê min xencerek tê da
Bi şev û roj …Dikir… Şînê
Çavan kor kir ji girînê
Nedît dermanê birînê
Nepoşman bû di vê rê da!
Çi sewtekî xweş bû newa
Zanîbû …Tehbîra… Xewa
Ji derdan ra dibû dewa
Tu ..Pêşeng î, di dunê da
Tawîz neda ji.. Rûmetê
Xwe spart Şahê qudretê
Lewma girt qedr û qîmetê
Tu Rêber î, di Misrê da
'Bi sebrê bû Mîrê Misrê'
Tu bûyî mînak di qesrê
Te mor lê xistî li 'esrê
Tu ..Rêzan î.. Di vê rê da
Ziman …Şêrînê… Cîhanê
Pisporê… 'Îlm û Furqanê
Qesem bikim bi Qur'anê
Mîsal nîne d' wê 'esrê da.
Qesîde: Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
05.03.2013 ~ Dortmund
Comments