
Gotinek xweş: "Evindarî mîna saeta qumê ye, ku dil tije dike mejî jî vala dike" (Aşk, bir kum saati gibidir, kalbi doldururken beyni boşaltıyor) Jules Renard
Helbestek min
Li te digerim
Li nav rezan, li ser zinaran
Li nav reza bîhna te dişopînim
Li ser zinaran şopa te digerînim
Çi bikim, ezî bêrî ya te dikim
Nexweşim, ku roja te nebînim
Ji te re evîndar, heval û hogirim
Li van dera, ji bêy te diltengim
Çavê min li te digere û digrî
Pênûsa min te dinivîse xet-xetî
Dilê min bi navête dihejî
Navê te dubare dikim, hêdî hêdî
Ji ewlekarîya dilê min tu berpirsyare
Ku li ser te ruh û can dame
Hîn ku har û dîn nebûme
Pêwiste tu limin vegere.
Mehmet Açıl (Dêrikî)